2 Şubat 2011 Çarşamba

Warvîn dergisinde çıkan röportaj

Mizgîn Arslan: Divê hikûmeta Başûr burs bide sînemavanên jîr
Written by warvin
Tuesday, 25 January 2011 15:28

Warvîn – Amed: Derhênera sînemayê Mizgîn Aslan, ji hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê xwest ku ji bo pêşketina sînemaya kurd bi bursan sînemvanên jîr bide xwendin û wiha got: “Çimkî her derhênerekî/e ku navê xwe bi dinyayê bide naskirin, dê di heman demê de navê Kurdistanê bide naskirin. Hunermend weke nûnerên derve yên welatê xwe ne. Em dema diçin welatekî biyanî bi xwe re welatê xwe, gelê xwe jî dibin. Çimkî beriya her tiştî em pêşî derhênerên kurd in, kurdistanî ne.”

Derhênera kurd Mizgîn Aslan ku heta niha li ser sînemayê pirtûkên bi tirkî nivîsandine û senaryoya fîlman dikişîne, derbarê pêşketinên di sînemaya kurd de, ji kovara me Warvînê re axivî.

Warvin: Çîroka jiyana te gelek balkêş e. Tu li Mêrdînê têne dinyayê, piştre beşa biyologiyê dixwînin, piştre dest bi rojnamevaniyê dikin û niha jî derhêneriya fîlmên sînemayê dikin. Tu ji van her çar aliyên xwe, kîjanî nêzî xwe dibînin?

Mizgîn: Ya rast ez jî nizanim ev yek çawa pêk hat. Tenê tiştekî dizanim; ji roja ku hînê nivîsandinê bûme ve dinivîsim. Nivîsandin ji bo min tekane rê bû û ez jî dixwazim di vê riyê de bijîm. Ger min nenivîsanda, bawer im ez ê bimirama. Hê jî dinivîsim. Jixwe aliyê hevpar a rojnamevanî, nivîskarî û derhêneriyê jî nivîsandin e. Lê biyologî ji van her sê beşan cudatir e. Piştî dibistana seretayî, weke hemû neviyên xwe yên keç, bapîrê min nexwest ez bixwînim. Ji ber vê yekê salek neçûm dibistanê jî. Lê piştî salekê careke din min dest bi dibistanê kir. Em li gundekî Mêrdînê dijiyan. Ji bo ku bixwînim, bapîrê min şertekî danîbû pêşiya min; divê ez bibûma mamoste. Ji ber vê yekê min li Zanîngeha Dîcleyê dest bi xwendina biyologiyê kir. Lê min baş dizanî ku ez ê nebim mamoste. Ez bi xwe hesiyam û nehesiyam, min dixwest tenê binivîsim.



Warvin: Di pirtûkên xwe yên bi navê “Yeşîm Ustaoglu”, “Su, Olum ve Yolculuk” de, tu dibêjî “ger derhênerek bi aliyekî xwe yê herî nepenî re rûberî hev be, ew derhêner auteur e”. Di fîlmê

we yê “Kirasê Mirinê” de, kîjan aliyê we nepenî (veşartî) ye?

Mizgîn: Di Kirasê Mirinê de, ez hewîtiyê weke kirasê mirinê bi nav dikim û di nava vî fîlmî de jiyana meta min a ku çûye ser hewiyê veşartî ye. Heta niha hemû pirtûkên ku min nivîsandine û fîlmên ku min çêkirine, di hemû nivîsên min de, derd, kul û keserên ku min xef kirine veşartî ne. Ez wan yek bi yek der dikim û ev birîn çiqas der dibin, ewqas barê min sivik dibe. Meta min, bi bedelê pereyên gelek mezin, bi pismamê xwe re zewicî bû û çûbû ser hewiyê. Meta min tu caran nedixwest zewaceke wisa bike û heta vî emrê xwe li ber çavên me tundiyeke mezin dît. Tiştê herî xirab ev bû ku ev jiyan êdî weke jiyaneke asayî dihate dîtin. Tu kes jê re nebû alîkar, nekarî alîkarî bike. Tu caran halê wê yê ku ser û çavên wê di nava xwînê de bû, ji ber çavên min neçû. Di fîlmê Kirasê Mirinê de, bêyî ku haya wê jê hebe, çîroka wê tê vegotin. Çimkî ew niha keseke bi felc e. Di dawiya fîlm de, ji bo ku heman nerihetiyê bidim nîşan, min wêneyekê wê bi cih kir. Divê neheqî û pêkanînên xirab ên li ser jinên kur dêdî weke bîranîneke dilşewat bimîne û neyê jibîrkirin.



Warvin: Derbarê sînemaya kurd de pirseke populer ku hemû kes bersiveke cuda didê, heye. Ji bo ku mirov ji fîlmekî re bibêje “fîlmê kurdî”, gelo divê zimanê wî fîlmî bi kurdî be yan tiştên ku derbarê kurdan de be û bi zimanekî din hatibe vegotin têra “kurdbûna” fîlm dike?

Mizgîn: Ji bo îro bersiva min a vê pirsê belê ye. Çimkî kurdan hêj kurdî nebihîstine jî. Heta niha hêj fîlmekî ku bi temamî kurdî ye nehatiye kişandin. Ji ber vê yekê li gorî min ev gel zûde ye vê yekê heq dike. Lê sînemaya neteweyê helbet bi vî awayî tê ravekirin. Ji ber şert û mercên kurdan divê çîroka kurdan û fîlm bi kurdî bêne kişandin.



Warvin: Di vê çarçoveyê de tu fîlmên Yilmaz Guney weke “sînemaya kurd” dinirxînî yan na?

Mizgîn: Ger Yilmaz Guney wan fîlman îro bikişanda, bê şik û guman dê bi kurdî bikişanda. Di sînemaya Yilmaz Guney de dem û merhele hene. Li gorî min fîlmên ku wî piştî pêhesiyana kurdbûna xwe kişand, sitûna sînemaya kurdî ne.

Warvin: Li ser sînemaya ku bi kurdî tê kirin hin rexne hene. Tê gotin ku ev fîlmên (her çiqas kêm jî bin) ku hatine kişandin piranî xîtabê tebeqeya jorîn dike û rola “rexnegiriya sînemayê” dide temaşevanan. Tu jî di vê qenaetê de yî?

Mizgîn: Gelê me hêj nû sînemayê nas dike, nû hîn dibe. Kurd di warê edebiyat û sînemayê de pêşdetir in, xwedî arşîveke kevnartir in. Lê di warê sînemayê de hêj nû ketiye azmûnê. Li gorî min hin fîlmên me li temaşevan zehmet tê. Perwerdehiya ku me ji sînemayê girtiye, aliyên me yên ecibandinê diguherîne. Û gelek caran em ji bîr dikin ka em vî fîlmî ji bo xwe dikişînin an ji bo gelê xwe dikişînin. Nêrîna min a şexsî ev e; divê fîlmên ku têne kişandin li gorî gel bêne kişandin. Çimkî mirov nikare sînemayeke bêyî gel bifikire. Lê şert e ku gel ji nû ve û careke din sînemayê rave bike. Divê bê fêmkirin ku fîlmên şer û qirînê yên Hollywoodê ne huner e. Divê fîlm zêdetir bi kurdî û kurdewar bêne kişandin. Û heta ji dest tê, divê ev fîlm pir bêne nîşandin. Çimkî êdî nîşandana fîlman hêsan bûye. Mirov dikare lig undan jî bide nîşandan. Pêdiviya me îro zêdetir bi mirovên îdealîst heye.



Warvin: Çima fîlmên ku mijarên wan ji rêzê ne, yên weke komedî, evîn nayên kişandin?

Mizgîn: Çimkî pêvajo destûr nade vê yekê. Kurd li her derê hê ji ber nasnameya xwe tên pelçiqandin, tên berderîkirin. Mirin hêj didomin. Fîlmên evîn û komediyê di demên wiha de bêwate têne dîtin. Lê di dîroka sînemaya cîhanê de rastiyek heye; fîlmên komediyê herî zêde di dema şer de hatine kişandin. Kurdan hêj nû derfetên kişandina fîlman bi dest xist. Lê rastiyeke din heye; sînema hunereke aboriyê ye, ev huner bêyî pere çênabe. Ji bo vê yekê divê di destê we de kamera, ronahî û mîkrofonên baş hebin. Dema mirov hejarî û xizaniya kurdan dide berçav, mirov baştir fêm dike çima heta niha derfetên wiha neafirandine.



Warvin: Di sînemaya kurd de sembolên weke çiya û sînor zêde li ber çav in. Gelo ev tenê sîmgeya erdnîgariya kurdan e yan wateyên wê yên din jî hene?

Mizgîn: Kurd evîndarên çiyayan e. Çiyayan weke dê, bav û gora miriyên xwe dibînin. Çiya ji bo kurdan ewqas pîroz in. Ji ber vê yekê di fîlman de jî ev sembol zêde têne bikaranîn. Sînor jî bi qasî çiyayan di jiyana kurdan de watedar in. Bawer im yek kurdekî ku ji sînoran êş û elem nekişandibe tune ye. Ji ber vê yekê ji bo derhênerek, hêmaya herî girîng rastiya gelê wî/wê ye.



Warvin: Di sînemaya tirk de li hemberî kurdan, lazan û hevjînan (gay, lezbiyen) heqaret tên kirin. Laz weke kesên famkor, kurd weke kesên hov û hevjîn jî kêrnehatî didin nîşan. Di sînemaya kurd de jî talûkeyên wiha hene?

Mizgîn: Sînemaya tirk wêneyê dîroka Tirkiyeyê ye. Îro dema mirov li sînemaya tirk dinêre, mirov baştir fêm dike ka Tirkiye çiqas nijadperest, zayendîparêz e. Di nava sînemaya kurd de, mirov dikare bibîne ka kurd heta îro çima hatine pelçiqandin û ji zimanê xwe şerm dikin. Bersiva vê yekê di nava sînemaya tirk de heye. Li gorî wan kurdbûn, nexweşikbûn e, kujerî ye û famkorî ye. Ji serî heta binî heqaret e. Yek du temsîl ne tê de, temsîlên din hemû bi arîşe ne. Di fîlmên demên dawî de, mirov pê dihese ku hindik be jî guherînên baş hene. Lê hêj pir kêm e. Heta ku feraset û mêjiyê tirkan neguhere, dê feraseta derhênerên tirk jî neguhere.



Warvin: Di fîlmên kurdan de mijara hevjînî û zayendîtiyê dernakeve pêş. Li gorî hin derhêneran hêj civaka kurd ji van tiştan re ne amade ye. Tu jî wisa difikirî?

Mizgîn: Em di civakeke kurd de dijîn. Lê peywira sînemayê ew e ku pêşengî bike. Divê li pêşiya gel be. Ji bo îro vegotina mijara zayendîbûnê (cinsî) cihê wêrekiyê ye. Lê yek ji berpirsyariya derhêneran jî wêrekî ye. Helbet dê bên rexnekirin jî, lê şoreş jixwe bi vî awayî çêdibin. Ji bo ku kurd cinsiyetiyê (zayendîbûn) ji holê rakin, teqes pêdivî bi ‘şoreşeke cinsî û zayendîtiyê’ heye.



Warvin: Ger li ser hevjîneke kurd fîlmek bê kişandin, dê çi be?

Mizgîn: Li derve dê pir baş bê dîtin lê ger gel li vî fîlmî temaşe bike, helbet dê nerazîbûn nîşan bide. Lê ez dibînim ku gelê me li gorî 10 sal berê gelek bi pêş ketiye.



Warvin: Di fîlman de çima tim jin lêdan dixwin, rastê tecawizê tên û tim têne peçixandin? Gelo jinên ku çîroka wan a serkeftinê heye û gelek pêşve çûne, nîn in? Çima çîroka jinên serkeftî jî nayê kişandin?

Mizgîn: Bawer im qesta we fîlmên çîroka jinan e. Niha sînemaya jinan bi du qolî dimeşe. Li aliyekî çîroka jinên bindest û li aliyê din jî çîroka jinên serkeftî tên kişandin. Êdî çîrokên sînemaya jinan bi herdu aliyan jî tên dubarekirin. Li gorî min divê êdî ev fîlm neyên kişandin.



Warvin: Di demên dawî de televîzyonên ku bi kurmancî û zazakî weşan dikin vebûn. Yek ji van jî Kurd1 e. Ev qenal fîlmên girîng bi kurdî dublaj dike û dide nîşanî temaşevanan. Hûn vê qenalê qet dişopînin? Li gorî we dublaj di sînemayê de xwedî risteke çawa ye?

Mizgîn: Heta niha min kêm temaşe kiriye. Lê yên ku min temaşe kir jî pir serkeftî bûn. Bi taybetî jî ez girîngî didim bernameyên li ser zarokan. Xeyala min ew e ku nifşên nû ji me pir baştir kurdî bi kar bînin. Ji bo vê yekê jî televîzyon amûreke pir girîng e. Dublaj pir serkeftî ne. Bawer im kesên di vê qadê de dixebitin jî her roj zêdetir bi pêş dikevin, karên baştir çêdikin. Fîlmên ku ji bo dublajê têne hilbijartin pir girîng in. Kurd1 di vî warî de gelek serkeftî ye. Ez dema li TRT 6’ê temaşe dikim, ez dibînim ku TRT 6 di vî warî de fîlmên pir xirab tercîh dike. Dema ku fîlmek bi kurdî bê dublajkirin, beriya her tiştî qelîte û mijara wî fîlmî girîng e.



Warvin: Digel ku tu bi kurdî dizanî jî pirtûkên xwe bi tirkî dinivîsî. Gelo sedemeke vê ya taybet heye?

Mizgîn: Mixabin, min hemû perwerdehiya xwe bi tirkî dît. Her çiqas ji vê yekê pir xemgîn dibim jî, ez neçar im demeke din jî bi tirkî binivîsim. Çimkî niha wexta min a ji bo perwerdehiya zimanekî nû tune ye. Lê di du salên dawî de bi kurdî dixwînim. Ez xebatên girîng ên di vî warî de bi coş û kêfxweşî dişopînim. Ger bi kurdî binivîsim, bawer im ezê zêdetir binivîsim. Çimkî ez çi dinivîsim bila binivîsim, pê dihesim ku bi kurdî wergerê tirkî dikim. Dema ku senaryo dinivîsim, carna pir zehmetî dikişînim. Bi taybetî di senaryoyeke xwe de, min peyva “tifikê” dixwest bi tirkî binivîsim, min kir û nekir nehate hişê min. Hê jî nayê bîra min. Lê ku min bi kurdî binivîsanda, dê kurd bi hêsanê ji vê peyvê fêm bikira. Çimkî “tifik” di kurdî de “tifik” e.



Warvin: Ji bo salên pêş, difikirî bi kurdî pirtûk binivîsî?

Mizgîn: Niha di xewnên şevan de dibînim lê ji bo vê yekê divê kedeke dûvedirê bê dayîn. Kurdî zimaneke pir qedîm û kevnar e. Hûn çiqas li ser bixebitin jî hûn nikarin temam bikin. Zimaneke wisa ye ku hûn tim dikarin peyvên nû çêbikin.



Warvin: Derbarê pêşveçûnên sînemayê yên li Başûrê Kurdistanê de çi difikirî? Platformeke ku hûn derhêner zanebûnên xwe parve bikin heye?

Mizgîn: Ez sînemavanên li wê derê dişopînim. Ber bi başiyê ve diçe lê hêj pir di bin bandora televîzyonê de ne. Ji bo ku sînemayê weke huner qebûl bikin, divê pêşî ferqa di navbera televîzyon û sînemayê de bizanibin. Di vî warî de dikarin ji sînemavan û perwerdekarên baş fêde bigrin. Tişta herî baş a ku em ji dîrokê hîn bûne, tecrûbe ye. Divê li welatên ku pêşî ava bûne û pêvajoya sînemaya wan binêrin. Kurdistan di her warî de welatekî pir dewlemend e. Dema ku li vî welatî şoreşeke kulturê û sînemayê çêbibe, dê çavên hemû cîhanê vegere ser vê axa bihûşt.



Warvin: Ji bo ku di nava kurdan de sînema bi pêş bikeve, divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê çi bike? Di vî warî de rexne û pêşniyarên te hene?

Mizgîn: Beriya her tiştî divê kontroleke baş a sînemayê pêk bê. Pêwîst e tiştên ku têne kirin weke “tiştên baş” û “tiştên xirab” bêne cudakirin. Divê ronahiyê bişopînin. Dikarin ji bo teşwîqkirina sînemavanên baş, perwerdehiyên bi burs pêk bînin. Çimkî her derhênerekî/e ku navê xwe bi dinyayê bide naskirin, dê di heman demê de navê Kurdistanê bide naskirin. Hunermend weke nûnerên derve yên welatên xwe ne. Em dema diçin welatekî biyanî, em bi xwe re welatê xwe, gelê xwe jî dibin. Yên ku li wir in, di rastiyê de ne em in. Beriya her tiştî em pêşî derhênerên kurd in, kurdistanî ne.

Dilar Sewledar


http://www.warvin.org/la/index.php?option=com_content&view=article&id=2584:-de-di-heman-deme-de-nave-kurdistane-bide-naskirin-hunermend-weke-nuneren-derve-yen-welate-xwe-ne-em-dema-dicin-welateki-biyani-bi-xwe-re-welate-xwe-gele-xwe-ji-dibin-cimki-beriya-her-titi-em-pei-derheneren-kurd-in-kurdistani-ne-&catid=54:hevpeyvin&Itemid=119

Hiç yorum yok: