24 Ocak 2011 Pazartesi

Derhêner Arslan: Sînemaya kurdî dînamîkên xwe afirandin

Aknews'te çıkan Kürtçe haber aşağıdadır...
Stenbol, 18 Rêbendan (AKnews) – Li Tirkiyeyê, derhênera kurd Mizgîn Arslan got, sînemaya kurdî jî wek çarenûsa kurdan, bi salên dirêj têkoşîna jiyînê daye û niha êdî dînamîkên xwe afirandine.

Arslan destnîşankir ku, sînemaya kurdî, di nava sînemaya welatên ku kurd lê dijîn de, xwedî dîrokeke veşartiye. Arslan derbarî xebata xwe û duh û îroya sînemaya kurdî de pirsên AKnewsê bersivandin.

Çîroka we ya sînemayê çawa dest pê kir? We çi xebat heta niha kirin?

Di sala 2006 de min yekemîn kurtefîlma xwe ya bi navê “Son Oyun (Lîstika Dawî)” kişand. Wê fîlmê pir xelat girtin û wêrekî da min û bû sebeb ku di Zanîngeha Marmarayê de, ser sînemayê master bikim. Pişt re hin fîlmên din min kişandin, pirtûkên derbarî sinemayê de min berhev kirin, nivîsandin. Ji van pirtûkan yek jî; “Sînemaya Kurdî: Bêwelatî, Sînor û Mirin” e.

Pêwendiya kurdan bi sînemayê re çawa çêbû:

Fîlma yekemîn, “Zarê” ye û di sala 1926 de li Ermenistanê ji hêla Hamo Beknazaryan (bi xwe ermenî ye) ve hatiye kişandin. Tevahî li gundên kurdan derbas dibe û li Elegezê hatiye kişandin. Piştî 80 salan, li Elegezê vê carê Huner Salîm, fîlma Votka Lîmonê dikşîne.

Hûn niha sînemaya kurdî çawa dibînin?

Êdî navê sînemaya kurdî hatiye danîn û ev yek girîng bû. Di sala 1991 û 92 de, Nizamettin Ariç bi navê “Kilamek Ji bo Beko” kişand, çêkerê kurd Senar Turgut jî “Xecê û Siyabend” kişand û ev di sînemaya kurdî de bûn xala werçerxê. Di sala 2000 de fîlma “Dema Hespên Serxweş” a Behman Qubadî di Festîvala Cannesê de “Kameraya Zêrîn” jî di nav de sê xelat girtin û ev yek hem wêneya sînemaya kurdî û hem jî resmiyeta wê bû.

Di nava sînemeya Tirkiyeyê de kurd hene. Yilmaz Guney û Atif Yilmaz ji vana ne... Di gelek fîlman de motîfên kurdî hene, karakterên kurd hene, bi tirkî daxivin lê tê zanîn ku kurd in. Di nava sînemeya Tirkiyeyê de, dîroka sînemaya veşartî a kurdan heye.

Wek navên ku di sînemayê de derketine pêş hûn kî dibînin?

Em dikarin, Qubadî, Hîşam Zaman, Huner Salîm, Şahram Alîdî, Cemil Rustemî, Berî Şalmanî, Celal Conroy, Cano Resebianî bilêv bikin. Her yek, li devereke cihê yên cihanê dijîn. Navên van hemû derhêneran piştî 2000ê hate bihîstin. Di hemuyan de em tesîrên sînemaya welatên ku lê dijîn dibînin. Di sînemaya kurdî de karektera mirovên kurd heye. Tiştên ku gelê kurd dixwaze bibihîze hene: Şêwezara jiyanê, êş û şîn hene. Zeîfiya wan, jiyana gundan û ya bi sînoran parçekirî, jiyana bi mirinê re, li herêmen asê û çiyayî jiyîn... Di warê siyasî de jî bêwelatî, bênasnameyî û tenyabûn...

Bi ya we, bo ku ji fîlmek re “sînemaya kurdî” bête gotin, divê çi taybetmendiyên wê hebin?

Krîtera yekemîn, neteweya derhêner e. Bo sînemaya kurdî jî divê derhêner kurd be. Her wiha divê derhêner di heman demê de zanebûna vê de be. Her wiha divê çîroka kurdan vebêje û fîlm bi xwe jî bi kurdî be. Fîlmên ku çêkerên wan kurd in jî wek fîlmên kurdî divê bên qebûlkirin.

Bi ya we di sînemaya Tirkiyeyê de, rewşa kurdan çawa tê nîşandayîn?

Sînemaya Tirkiyeyê, di asîmîlasyona kurdan de roleke mezin lîstiye. Kurd xerîbê xwe û neyarê xwe bi xwe kirine. Nîmûneyên ku nîşan dane, qibe, nebedew û saxek in. Her kurdek ku bi temaşekirina van fîlman mezin bûye, xwestiye ji kurdbûna xwe bireve. Divê êdî ev tundî jî bidawî were. Nîşandayîna kurdan bi piranî di meseleyên namûsê de, berdêl û xwîndariyê de cih digre. Ev yek hê jî didome.

Piraniya derhênerên kurd, di sirgunê de dijîn. Gelo ev yek ser sinemaya kurdî çawa tesîr dike?

Belê, wek sînemeya Filistîn û ya Ermeniyan. Piraniya derhêner û çêkerên kurd li sirgunê dijîn. Hevpeyvîneke Qubadî, par di Mihrîcana Fîlman a Cannesê de hate weşandin û destnîşan kiribû ku, ew êdî nikare vegere Îranê û hemû malê wî ji baholekê pêk tê. Ev gotinên Qubadî, kurteya sînemaya kurdî ye. Ev derhênerê sînemayê yê bêwelat, di wê baholê de dîrokên ji dil û xemgînî, trajedî, kultur, dîrok, muzîk û meselokan digerîne.

Zextên hemberî sînemaya kurdî yên demên dawî jî di bîra kurdan de ye...

Fîlma “Xecê û Siyabend” ku ji hêla çêker, karsazê kurd Senar Turgut ve hatiye kişandin, ji van yek e. Fîlmê tu carî di sinemayan de şansê nîşandayînê nedî û di dema kişandina fîlmê de jî Turgut li Wanê hate binçavkirin û êşkenceyên giran lê hatin kirin. Yanê fîlm hate sirgunkirin... Fîlmeke dîtir jî “Kilamek ji bo Beko” ya Nizamettin Ariç ku li Almanyayê çêkiribû ye. Fîlm, bi qazancên ku li Almanyayê hatine kirin, li Ermenistanê hate kişandin. Lê tu car li bajarên kurdan, şansê nîşandayînê nedît.

MIZGÎN ARSLAN / PORTRE

Di sala 1981 de li Mêrdînê hate dinê. Biyolojî xwend û rojnamevantî kir. Di Zanîngeha Marmara Fakulteya Ragihandin Beşa Sînemayê de master kir. Pirtûkên wê yên bi navê “Sînemaya Kurdî: Bêwelatî, Sînor û Mirin” û “Rejisor: Atif Yilmaz” û “Av, Mirin û Rêwîtî: Yeşim Ustaoglu” ji hêla Weşanxaneya Agora ve hatin weşandin. Di sala 2006 de fîlma xwe ya yekem “Lîstika Dawî” kişand û di sala 2008 de jî belgefîlma “Kirasê Mirinê: Hewîtî” kişand û fîlmê di mihrîcanên navneteweyî de xelat girtin. Arslan niha amadekariya kişandina fîlma metraj dirêj ya bi navê “Mezelê Wenda” dike.

Hiç yorum yok: