11 Mayıs 2010 Salı

Zarok

Awirê te yê zelal tiştekî yekcar bedew e.
Dixwazim wî bi reng û werdekan tijî bikim,
Bi baxçeyê teyr û tebayên nû

Yên ku tu navên wan tînî bîra mirov-
Gulberfînkên avrêlê, serika çermesoran,
Bistiyê

Biçûk ê bêqermîçek,
Bêrma ku xwiyang tê de
Divê mirêsdar û nemir bin

Ne ev badana
Destan a dijwar, ne ev arîkê
Tarî yê bêstêrk.
28 Çile 1963
Slyvia Plath, çev: Kawa Nemir

Hiç yorum yok: